Li Şengalê gelek sîxûrên MÎT’ê û PDK’ê hatin girtin

Li Şengalê Yekîneyên taybet ên YBŞ’ê û hêzên ewlekariyê yên Şengalê bi li dijî sîxuran ‘Operasyona Tolhildanê’ dan destpêkirin.

Li gorî ajansa Rojnêwsî di encama operasyona Tolhildanê de li ser çend torên sîxûrî yên li Şengalê de hatiye girtin û gelek kes jî bi tohmeta ‘Sîxûriyê’ hatine girtin.

Hate ragihandin ku kesên hatine girtin destê wan di êrîşên dijî ser Şengalê û di xwîna gelek pêşengên Êzîdî de heye û van zanyariyan da:

“Ev demek bû hem malbatên şehîdan hem jî xelkê Şengalê daxwaza girtin û binçavkirina sîxûran û kesên destê wan di xwîna Êzîdiyan de hene bigirin.

Hêzên me jî piştî lêkolîn û agahî komkirineke demdirêj derbarê torên sîxûriyê de biryara operasyoneke hevbeş dan.

Piştî hemû zanyarî piştrastbûn me dest bi operasyoneke hevbeş a tolhildanê kir. Operasyona ku me kir serkeftîbû.”

Heman çavkaniya diyar kir kesên bi tohmeta sîxûriyê hatine girtin, lixwe mikûr hatine ku ji aliyê MİT’a Tirk û PDK’ê ve hatine erkdarkirin.

Di dawî de hate gotin ku wê demê pêş mikûrhatinên kesên ku sîxurîkirine ji raya giştî re parvebikin.

Back to top button