DAIŞ a ku xetertirîn rêxistinên terorê ya sedsala 21’emîn e, li bajarê Kobanê piştî berxwedana bi pêşengiya jinan têk çû.
Endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Zozan Bekir û Endama Meclîsa Jinê ya PYD’ê Sara Xelîl dan zanîn ku li Kobanê jin bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî li ber xwe dan û çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê têk birin.
Çeteyên DAIŞ`ê di 15`ê Îlona 2014`an de bi amadekariyeke mezin êrişî bajarê Kobanê kirin.
Şervanên YPJ`ê û YPG`ê ku bi armanca parastina xaka Rojavayê Kurdistanê hatibûn birêxistinkirin, xwe li hemberî êrîşan kirin mertal û Kobanê parastin.
Ev serkeftin piştî berxwedana 134 rojan di 26`ê Çileya 2015`an de hat ragihandin.
Di berxwedandiya Kobanê de jinên di bin sîwana YPJ’ê de xwe birêxistin kirin û pêşengiyeke mezin di şer de kirin.
Têkoşîna jin ya dîrokî ku di berxwedana Kobanê de pêş ket, weke girîngtirîn destkeftiyên jinan di sedsala 21`emîn de tê pênasekirin.
Bi boneya 8’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê, Endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Zozan Bekir rola jinan a di serkeftina Kobanê de nirxand.
Zozan Bekir: Di berxwedana Kobanê de hişmendiya jin jiyan azadî biserket
Zozan diyar kir ku wan pratîka dirûşma `Jin, Jiyan, Azadî` li Kobanê dît.
Sara Xelîl: Jin li Kobanê sûd ji tecrûbeya Gerîlayên jin wergirt
Endama Meclîsa Jinê ya PYD’ê Sara Xelîl têkildarî berxwedan û têkoşîna jinê ya ku li Kobanê destpê kir ji ANF’ê re axivî.
Sara anî ziman Jinên ku felsefeya Rêbertî û îdeolojiya jinê nas kirin, li hember hişmendiya bavksalarî û êrişên dagirkeriyê dest bi têkoşînê kirin.
Sara Xelîl da zanîn ku Şoreşa li Kobanê destpê kir bi saya jinê cîhanî bû.