Duran Kalkan: Ji bo tecrîdê pêdivî nirxandineke din heye

“Li Îmraliyê tecrîdeke girankirî di meryetê de ye, polîtîkaya CPT ya Îmraliyê ya nedayîna agahiyan e.
Weysî Taş û Mehmed Akar xwestin bi çalakiyên xwe bibêjin ‘Pergala Îmraliyê êdî nayê tehemûl kirin’
Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Dûran Kalkan bi van gotinan balkişand li ser tecrîda girankîrî ya li dijî Rêber Apo.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan tevlî bernameyeke taybet a televîzyona Medya Haberê bû, mijarê di rojevê de nirxand.

Dûran Kalkan bi berfirehî li ser tecrîdê sekinî diyarkir ku li Îmraliyê tecrîdekî girankirî di meryetê de ye.

Berî her tiştî ji ber berxwedaniya wî ya dîrokî silav li Rêber Apo dikim.

Êşkence û tecrîd di pergala qirkirinê ya Îmraliyê de dewam dike.

Di mijara tecrîdê de ti guhertin nîne.

Piştî demeke kin wê ev pergala heyî bikeve sala xwe ya 25’an

Bo gotineke din kî çi dike bila bike, pêdivî bi nirxandineke din heye

Parêzer û derdorên hiqûqê dikarin nîqaş bikin!

Çawa dibe ku rêveberiyake li qanûnên xwe jî guhdarî nake!

“Polîtîkaya CPT ya li Îmraliyê nedayîna agahiyan e”

Bi mijarê ve girêdayî Kalkan balkişand li ser hevdîtinên CPT’î yê

CPT li ser ‘Nedayîna Agahiyan’ daxuyanî dide

Dema hesabê wê were CPT îzahata dike ango dikare li qanûnan gûhdarî neke

Lê dema pirsgirêk pirsgirêka Kurd, Îmrali, Rêber Apo be,

Qanûnên ku di mijarên cuda de guh nade, di vir de derbasdar tê hesibandin.

CPT qanûnên nû îcad dike

Rêber Apo çi got: ‘Niha qanûnên Îmraliyê hene’

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan derbarê çalakiya Weysî Taş û Mihemed Akar de jî nirxandin kir.

Çalakiya Weysî Taş û Mihemed Akar neqebûlkirina pergala Îmraliyê ye

Duran Kalkan çalakiya herdu welatparêzên kurd bi van gotinan anî ziman:

Weysî Taş û Mihemed Akar xwestin bibêjin ‘ Pergala Îmraliyê nayê tehemûlkirin’

Vê yekê ji kûrahî ve hîskirin, weke pirsya ev bang kirin;

‘Bi vê pergala Îmraliyê re êdî jiyan nabe!’

Bang li mirohaviyê kirin bang li gelê Kurd kirin ku li hember vê pergala qirkirinê helwest nîşan bidin.

Rewşa ku di tecrîda Îmraliyê de li ser gelê kurd tê ferzkirin, rewşa herî giran e, rewşa nejiyanî ye.

Mirovan digihîne asta ku xwe bişewitîne

Di rewşeke wisa de gelo kî sûcdar e?

Kurdan sûcdar dikin, PKK’ê sûcdar dikin!

Tu tenê di rewşeke wisa de behsa Kurdan dikî piştre jî dibêje ‘Kurd tune ye’.

Ji xeynî wî tu mafê jiyanê nas nakî, cihê definkirinê jî nadiyê, hestiyên wî jî li holê nahêlî.

“Em bi mezinkirina têkoşînê dikarin faşîzma qirker têk bibin”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan dazanîn ku Weysî Taş û Mihemed Akar bi vê çalakiya xwe careke din heqîqetê nîşanê herkesî dane.

Mirov hebûna xwe encax bi van rêbazan dikarin eşkere bikin û derxin holê.

Lê belê ne bi çalakiyên ku zirarê dide xwe, em bi lêdana faşîzmê dikarin encamê bigrin.

Ji bo vê jî em têkoşînê mezin bikin derbên giran li faşîzma qirker bidin

Back to top button