Erka YE ji bo Ermenîstan-Azerbeycan

Yekîtiya Ewropa êdî dixwaze dawî li aloziya li sînorê Ermenîstan-Azerbeycan bîne.
YE’yê ji bo vê yekê, mîsyoneke nû destnîşan kir.
Wê 100 çavdêr beşdarî mîsyonê bibin.

Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo ku di aloziya di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de aştiyê pêk bîne, biryar da ku nêzî sed çavdêrên sînor bişîne Ermenîstanê.

Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlehiyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell li ser mijarê daxuyaniyek da.

Josep Borrell ragihandin ku wezîrên karên derve yên 27 welatên endam biryar dane ku li Brukselê mîsyoneke sivîl a nû ya bi navê “Misyona Yekîtiya Ewropayê ya li Ermenîstanê” (EUMA) ava bikin.

Li gorî agahiyên ji ofîsa Borrell, wê di hefteyên pêş de pispor bişînin herêma Qerebaxê ya li ser sînorê Azerbeycan û Ermenîstanê.

Mîsyona ku di destpêkê de ji bo du salan hate plan kirin, armanc dike ku beşdarî aramiya li herêma sînor bibe û bawerî di navbera her du welatên dijmin de ava bike.

Borrell ev mîsyon wekî “qonaxa nû ya tevlêbûna YE ya li Kafkasya Başûr” nirxand û gotina “li herêma hedef, aştiya domdar” bi kar anî.

Krîza ku ji 1991’ê ve dewam dike

Azerbeycan û Ermenîstan piştî hilweşîna Yekîtîya Sovyetê gelek caran li ser herêma Qerebaxê şer kirin.

Li gorî texmînan di vê pêvajoyê de nêzî 30 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.

Şerê ku di Îlona 2020’an de bû sedema mirina bêtirî 6 hezar û 500 kesan, bi navbeynkariya Rûsyayê bi peymana agirbestê bi dawî bû.

Di vê pêvajoyê de Ermenîstan neçar ma ku ji qadeke mezin a li Qerebaxê vekişe.

Li gorî çavkaniyên nêzî Borrell, tê çaverêkirin ku ev mîsyon aloziya di navbera Rûsya û YE’yê de zêdetir bike.

Li gorî pisporan, ji ber êrişa Rûsya ya li Ukraynayê, bandora Moskow ya li Başûrê Kafkasya kêm dibe.

Di daxuyaniya ku li Brukselê hat dayîn de hat diyarkirin ku ev erk ji aliyê hikûmeta Ermenîstanê ve ji YEyê hatiye xwestin.

Di meha Cotmehê de weke qonaxa yekemîn ji bo dema du mehan nêzî 40 çavdêr ji bo herêma sînor hatin şandin.

Back to top button