Li Qamişlo û Hesekê hemleya komkirina îmzeyan dest pê kir

Ji bo bidawîkirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan û eşkerekirina rewşa wî ya tenduristî, li Qamişlo û Hesekê hemleya komkirina îmzeyan dest pê kir.
​​​Saziyên li Efrînê jî bi daxuyaniyekê bang li CPT kir ku agahiyekê derbarê rewşa rêber Ocalan de parve bike

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê hemleyeke îmzeyan 22’ê Çileyê dabû destpêkirin.

Piştî komkirina îmzeyan li gund, bajarok û bajarên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bibe, dê wesîqeya îmzeyan radestî Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê bê kirin û ew jî radestî CPT’ê bike.

Di vê çarçoveyê de, îro hemle li navçeyên Tirbespiyê, Çilaxa û Til Birakê yên Qamişlo û navçeya Til Temirê ya Hesekê dest pê kir.

Her wiha komîte li van navçeyan hatin avakirin û li taxên bajêr hatin belavkirin.

Ev komîte serdana komîn û malên şêniyan dikin û armancên hemle û komkirina îmzeyan ji wan re şîrove dikin.

Nuqte li sûkên gel ên li hundirê bajêr bi hevkariya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ji bo komkirina îmzeyan hatin danîn.

Girêdayî mijarê, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê û ji çavdêrên li ser xebata komîteyên hemleyê Çinar Salih wiha got: “Me îro dest bi komkirina îmzeyan ji şêniyên Til Temir û gundewarên wê kir. Me ev yek bi rêya 12 komîteyan pêk anî.”

Çinar dawiyê diyar kir ku, bi rêya vê hemleyê, armanc dikin ku rewşa tenduristiyê ya rêber Ocalan were eşkerekirin.

Tê payîn ku hemle heta 15’ê Sibatê ku dikeve salvegera 24’an a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan dewam bike.

Saziyên Efrînê: divê CPT agahiyekê derbarê rewşa Rêber Ocalan bide

Li Kampa Serdem ya Şehbayê jî, Saziyên hiqûqî, sivîl û nûnerên partiyên siyasî yên herêma Efrînê ji bo zelalkirina rewşa rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tecrîd, cezayê dîsîplînê û pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê li dijî tevahî qanûn û peymanên navneteweyî yên mafên mirovan e.

Bang li CPT’î hate kirin ku raporeke zelal li ser rewşa rêber Ocalan parve bike.

Back to top button