Çalakiya HDP’ê ya bi daxwaza rakirina tecrîda li dijî Rêber Apo dewam dike

Parlamentera HDP’ê Dilşat Canbaz Kaya, diyar kir ku bi polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê dest pê kiriye, tevahiya welat veguherandiye girtîgeheke vekirî. Bang li tevahiya civakê hat kirin ku dengê xwe li dijî tecrîda Îmraliyê derbixin.

Çalakiya Partiya Demokratîk a Gelan HDP a bi armanca hevdîtina parêzeran a bi Rêber Apo re dewam dike.

24 roj in Parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdê, li ber deriyê Meclîsê yê Enqereyê di çalakiyê de ne.

Îro jî bi beşdariya parlamenterên nû carek din banga “Bila li Îmraliyê hiqûq pêk bê” hate kirin.

Parlamenterên HDP’ê: bila li Îmraliyê hiqûq pêk bê

Di nobetê de Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Dilşat Canbaz Kaya, axivî.

Dilşat Canbaz armanca çalakiya Nobeta Edaletê bi bîr xist û ev yek got:

“Em hemû baş zanin ku mafê mirovan û azadî li gorî siyasetê, li gorî kesan nayê guhertin.

Ji bo her kesî divê wekhev be.

Mixabin li vî welatî, tiştekî bi vî rengî nîne.

Ev du sal in parêzer û malbat nikarin bi Birêz Abdullah Ocalan û hevalên wî yên li Îmraliyê tecrîdkirî ne hevdîtinê bikin.

Em ê qala destûra bingehîn, demokratîkbûna welêt û azadiyê bikin.

Desthilatdarî her gavê qala van dike, lê belê destûra bingehîn û mafên mirovan li gorî şexsan cuda bi cih tîne.

Parlamenterên HDP’ê: Divê civak li ber tecrîdê rabin

Dilşat diyar kir di şexsê Birêz Ocalan de tecrîdeke giran li ser civakê heye û got: “Divê em civak bi hev re li ber vê tecrîdê rabin û dengê xwe der bixin.”

Di dawiya axaftina xwe de Parlamenter Dilşat daxwaza bila destûra hevdtîinê ya parêzeran û malbatê bi Rêber Apo re bê dayîn dubare kir.

Back to top button