Heyva Sor a Kurdistanê ji malbatên Şengalê re alîkarî şand

Heyva Sor a Kurdistanê ji malbatên xizan ên li Şengalê re 100 hezar Euro alîkariya madî şand.

Heyva Sor a Kurdistanê, ji 400 malbatên mexdûr ên li Şengalê re 100 hezar Euro alîkariya madî şand.

Alîkarî bi destê Meclîsên Gel li malbatan hate belavkirin.

Saziyê li ser mijarê daxuyaniyek da û got, “Ji Fermana 2014’an heya îro daxwez û hewldanên xelkê Şengalê her tim ji bo jiyaneke aram e.

Lê mixabin li Şengalê şopên şer û wêraniyê hê jî li ber çavan e.

Ji ber êrişên dewleta Tirk li Şengal û gundewarên wê jiyana gel di bin şert û mercên dijwar de ye.

Saziya me Heyva Sor a Kurdistanê ji ber vê rewşê ti car gelê Şengalê bi tenê nehîştî ye.

Di daxuniyê de hate diyar kirin alîkarî ji malbatên li navenda Şengalê, Xanesor, Dugirê, Serdeşt, Sînûn, Zûreve, Borîk, Gir Zerîk, Duhle, Gubel, Koke û Til Qasbê re hatine şandin

Back to top button