Li dijî biryara astengkirina alikariya xezîneyê HDP’ê dest bi kampanyayê dike

Li dijî biryara biloqkirinê, HDP li ser daxwaza zêde ya welatiyan dest bi kampanyaya “Xezîneya me gelê me ye” dike. Starta kampanyayê wê roja pênçşemê ji aliyê Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay ve bi civîneke çapemeniyê bê dayîn.

Di çarçoveya doza girtinê ku lê hatibû vekirin de, li ser serlêdana Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn, Dadgeha Destûra Bingehîn biryara biloqkirina hesabên xezineyê yên HDP’ê dabû.

Piştî vê biryarê, gelek hilbijêrên HDP’ê li Navenda Giştî ya partiyê geriyabûn û xwestibûn ku alîkarî bikin.

Gelek welatiyan ji HDP’ê re diyar kiribûn ku ew ê mutçeya xwe û heta bi pereyên xwe yên di Bankan de derbixin û ji bo wan pêşkeş bikin.

Kampanya HDP’ê ya “Xezîneya me gelê me ye” 26’ê Çile dest pê dike

Li ser vê helwesta gel, HDP’ê biryar da ku dest bi kampanyaya “Xezîneya me gelê me ye” bike.

Starta kampanyayê wê roja pênçşemê 26 Çile ji aliyê Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay ve bi civîneke çapemeniyê bê dayîn.

Li gorî agahiyan, wê destpêkê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar tev li kampanyayê bibin.

HDP: Wê desthilata AKP’ê bibîne ka kampanya hilbijartê çawa dibe

Rayedarên HDP’ê ku wê bêyî alîkariya xezîneyê kampanya hibijartinê bi rê ve bibin, ev tişt gotin: “Em ê nîşanî AKP’ê û daraza wê bidin ku bihêza gel çawa kampanya hilbijartinê tê meşandin.”

Back to top button