Cenazeyê Ehmed Salim ê 11 salî hate oxirkirin

Şêniyên navçeya Til Hemîs cenazeyên zarokê bi navê Ehmed Salim li goristan şehîdan veşartin. Şêniyên Reqayê jî 2 şervanên QSD′ê li goristana şehîdan a bajar bi merasîmekê oxir kirin.

Zarokê bi navê Ehmed Ebdulxenî Salim di 18’ê mehê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker ya li dijî erebeyekê li ser riya Dêrik-Qamişlo birîndar bû.

Ehemd Salim tevî hemû hewlanên bijîşan, di 21’ê mehê de şehîd bû.

Şêniyên navçeyê bi merasîmekê cenazeyê Ehmed Ebdulxenî Salim li goristana şehîdan, spart axê.

Di merasîmê de, hevserokê Meclisa Navçeya Til Hemîsê Emaş El-Ebdullah sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Di dawiyê de, nasnameya şehîd hate wendin û cenazeyê şehîd bi dirûşmeyan hat veşartin.

Şêniyên Reqayê 2 şehîdên QSD’ê bi merasîmekê oxir kirin

merasîma şehîd Ela Hisên El Hac û Mistefa Casim El Elî bi sedan ji şêniyên Reqayê amed bûbûn.

Di merasîmê de ji fermandarên QSD′ê Armanc Elî axivî û soza berdewamiya riya şehîdan heta gihaştina armancê wan da.

Paşê wesîqeta şehadetê hate xwendin û cenazeyên şehîd bi dirûşmeyan hate oxirkirin.

Back to top button