QSD’ê îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker ên şehîdbûna 26 şervanên QSD’ê red kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê got:
“Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker li ser hesabên xwe yên fermî daxuyanî dan ku tê de dibêje 20 şervanên me li Til Rifetê û 6 din li herêmên rojhilatê Firatê di rojên 20 heta 26’ê vê Çileyê de şehîd bûne.
Ev îdia nerast in. Hêzên me li Til Rifetê tune ne.”