Yek ji gundên ku bi awayekî komînal jiyan dikin gundê Hasûd a Tirbêspiye ye. Şêneyên wê li ser bingehê jiyana komînal bi ax, ked û berhemên xwe debara xwe dikin.
Ked, hişmendî û felsefeya jinan afrîneriya jiyana komînal e:
Her wiha komkirina hezkirin û lêvegera li xwezayê ye.
Yek ji gundên ku bi komunalbûnê li pêş jî gundê Hasûd ê ku dikeve Başûrê navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişlo projeya jiyana komînal hatiye pêşxistin.
Debara jiyanê li vî gundî li ser çandinî û xwedîkirina sawalan e.
Di sîstema birêxistinbûyîn û xwedîderketinê tê de pir li pêş e.
Bi vê mebestê çend beşên bingehîn di vê projeyê de hatin avakirin li gor astan her kes cihê xwe di beşan de girtin.