Dewleta Tirk gundên Şehbayê topbaran kirin

Gundên Şehbayê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve careke din hatin topbarankirin. Balafirek keşfê ya dewleta Tirk di navbera Eyn Îsa û Kobanê de kete xwarê. Û welatiyekî din ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk li ser rêya Qamişlo-Terbespiyê birîndar bibû, şehîd bû.

Artêşa Tirk a dagirker gundên Xirbet Şealê û Til Enabê yên Şehbayê careke din dan ber topan.

Di topbarana bêserûber û dijwar de endamekî hêzên hikumeta Şamê birîndar bû.

Birîndarekî din ê êrişa li Tirbesipiyê şehîd bû

Hat ragihandin ku welatiyê bi navê Hisên Hesam ê ji Dêrikê jî ku di êrişa li Tirbesipiyê de birîndar bûbû, tevî hemû hewldanên bijişkan, vê sibehê jiyana xwe ji dest da.

Back to top button