Ji karkerên li Îranê çalakî

Gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê dizanin tekane rêya azadiyê bi berxwedanê dibe. Di vê çarçoveyê de, xwepêşandanên li welat di meha xwe ya 5’an de ye. Herî dawî karkeran jî li dijî mêtingeriya aborî çalakî kirin. Li hermberî daxwaza gel deshilata Tehranê heta niha ji derveyî gefxwarinê ti gavek berbiçav ne avêtiye. Wezîrê Karê Derve yê Îranê Ebdulahiyan vê carê gef li Parlamentoya Ewropayê PE xwar û got: Teqez wê berdêla biryara Supayên Pasdaran a xistina lîsteya ‘terorê’ hebe.

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê van salên dawî şert û mercên jiyanê nebaş bûye, xizanî zêde dibe.

Bi berxwedana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re mamoste, karker, kedkar û beşên din ên civakê şert û mercên jiyanê şermezar dikin.

Li dehan bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, bi dehan karker û kedkar daketin qadan.

Di çalakiyan de derengxistina mûçeyan hate şermezarkirin.

Dewleta Îranê cezayên giran li xwepêşandêran dibire.

Li Ûrmiye 25 ciwanên temenê wan kêm 18 salî hatin girtin

Li bajarê Ûrmiyeyê 25 ciwan ên kêmî 18 salî ji ber xwepêşandanan hatin girtin.

Her wiha derket holê ku 8 je jin 16 ciwanên ku bi îdiaya endama “Ciwanên Taxên Ûrmiyê” hatibûn binçavkirin, êşkence li wan hatiye kirin.

Rêxistinên mafên mirovan jî ev hovîtî piştrast kirin.

Îran: Berdêla biryara bo supay pasdaran wê giran be

Li cihê deshilata Tehranê guh bide daxwaza gel, radibe gefê li piştevanên bû serhildanê dixwe.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan diyar kir ku encamên pêşnûmeya ku li Parlamentoya Ewropayê (PE) hat qebûlkirin wê giran be.

Ev yek piştî ku Parlamentoya Ewrupa Suypayî Pasdaran xist lîsteya “terorê” pêk hat.

Li gorî nûçeya televîzyona fermî ya Îranê, Ebdullahiyan di 26’emîn Civîna Konseya Wezîran a Rêxistina Hevkariya Aborî (ECO) ya ku li Taşkenta paytexta Ozbekistanê hat lidarxistin de axivî.

Ebdullahiyan bertek nîşanî pêşnûmeya ku di PEyê de hat qebûlkiri da û got: “Bêguman encamên van çalakiyên hestiyar wê ji bo Ewropayê biha be.

Lewma rêya rast ew e ku balê bikişîne ser dîplomasî, têkiliya çêker û aqilane.”

Ji bo piştevaniyên serhildana “jin, jiyan, azadî” li derveyî welat xwepêşandanên berfireh têne lidarxistin.

Di xwepêşandanan de daxwaza zêdekirina zexta li ser deshilata Îranê tê kirin.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî ji 16’ê Îlonê piştî mirina jina kurd Jîna Emînî xwepêşandan pêk tên.

Back to top button