Şêxên eşîran ên li Reqa: Bila rê li tevliheviyê bê girtin

Meclisa Rûspiyan a Reqayê bi daxuyaniyekê sûcê li dijî mamoste Nûra Ebid û keça wê şermezar kir. Meclisê bang li tevahî şêniyên Reqayê kir ku nekevin xefika hewldanên aliyên dijberî gelê herêmê.

16’ê Çileya 2023’an li Reqayê jina bi navê Nûra El Ehmed û zaroka wê hatibûn qetilkirin.

Saziyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Nivîsgeha Sûcên Birêxistinkirî ji bo eşkerekirina hûrgiliyên sûcê û girtina sûcdaran yekser ketin tevgerê.

Hêzên Ewlekariyê û dadgehê kesê tawanbar di 24 saetan de girt.

Têkildarî mijarê, hevjînê Nûra banga çalakiyeke protestoyê kir ku aliyên dozger cezayên tund li dijî sûcdaran ferz bikin.

Lê ev bang ji aliyê hin kesên girêdayî aliyên derve û xwedî berjewendiyên cuda hate bikaranîn û ketin nava xwepêşandêran.

Ev yek vegerandin êrişekê û saziyên Rêveberiya Xweser û xebatkarên wê kirin hedef.

Van kesan êrişî avahiya Desteya Edaletê kir û hişt kesên girtî birevin, her wiha êrişî girtîgehê kirin û hewl dan wan bidin revandin.

Armanca wan berevajî banga hevjînê Nûrayê bû.

Têkildarî bûyerê, Hêzên Asayişê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku bi hinceta doza Nûra El-Ehmed û keça wê, nêzî sed kesî êrişî navenda edaletê û cihê mehkemê kirin.

Di encamê de 5 endamên Hêzên Asayişê birîndar bûn, 30 girtiyên ku doza wan hebû hatin revandin û cihê dadgehê hat wêrankirin.

Hêzên Asayişê diyar kiribû ku kesên ev kiryar kirine, wê bê hesab nemînin.

Derbarê hewldanên derxistina aloziyê, bi dehan şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê îro daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Êrişa li ser avahiya Desteya Edaletê hişt kesên girtî birevin.

Ev êriş û aloziya ku van kesan çêkir, tu têkiliya xwe bi exlaqê eşîrên me re tune ye.

Em Meclisa Rûspiyan a Reqayê, piştgiriya xwe bi malbatê re radigihînin û azarên wê nas dikin.

Her weha piştgiriya xwe ji hemû saziyên Rêveberiya Xweser re nîşan didin. ”

Meclisa Rûspiyan a Reqayê bang li her kesî, nexasim şêniyên eşîra El-Cês kir ku nekevin xefka kiryarên hin kesên hewl didin îstîqrara herêmê têk bibin.

Back to top button