Bi sedan şêniyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê serdana konê sersaxiya qurbaniyên Şêx Meqsûdê kirin. Li bin kon gelek axaftin hatin kirin û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re hate xwestin.
Îro şênî, endamên Meclisa Giştî ya Têxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, Kongra Star, Meclisa Tenduristiyê û komînên her du taxan serdan kon kirin.
Di bin konê sersaxiyê herserokê Meclisa giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Welat Mamo, axivî û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest.