Li Helebê hikûmeta Şamê welatiyekî Efrînî revand

Çavkaniyên ji bajarê Helebê ragihandin ku ewlehiya siyasî ya Hêzên Hikumeta Şamê welatiyekî ji Efrînê li bajarê Helebê bi hinceta ku bi saziyên Rêveberiya Xweser re dide û distîne, revand.

Çavkaniyan diyar kir ku ewlehiya siyasî welatiyê kurd bi navê Izet Mihemed Mihemed yê 65 salî yê ji gundê Qermîtliq ê navçeya Şiyê ya Efrînê ye revandin.

Dema Izet di 15’ê mehê de ber bi herêma Şehbayê ve diçû li ser benda kontrolê ya li ser rêya Heleb-Şehbayê hate revandin.

Her wiha Izet birine şaxê ewlehiya siyasî ya taxa Silêmaniyê ya Helebê lê çarenûsa wî nayê zanîn.

Çavkaniyan diyar kir ku hikumeta Şamê di berdêla serbestberdana Izat de ji malbatê periyan dixwaze.

Back to top button