
Bi sedan ciwanên navçeyên Çilaxa, Girkê Legê, Til Koçer û Dêrikê ji bo bidawîkirina tecrîda li dijî Rêber Ocalan daketin kolanan.
Ciwanên malbatên şehîdan û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer û Dêrikê yên li navçeya Girkê Legê meşek li dar xist.
Beşdaran li qada Şehîd Xebat dest bi meşê kirin û heta suka navçeyê veguherî mitîngê.
Di mitingê de bi navê ciwanên malbatên şehîdan Sureya El Cerbû axivî û got: “Hemû pêkhateyên herêmê tecrîda li dijî rêberê gelan û netewa demokratîk red û şermezar dikin û em dibêjin ku em ê bêdeng nemînin.”
Sureya soza berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan da.
Her wiha bang li rêxistinên têkildar kir ku qanûnên navneteweyî pêk bînin û rewşa Rêber Apo eşkere bikin.