YPJ: MINBIC BI YEKÎTIYA GELÊ EREB Û KURD HAT RIZGARKIRIN

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê bi boneya salvegera rizgarkirina Minbicê daxuyaniyek da. YPJ’ê diyar kir ku Minbic bi keda bi sedan şehîdan û yekitiya gelên Kurd û Ereb hate rizgarkirin. YPJ’ê bang li gel kir ku li hemberî gefên Tirkiyê li ber xwe bidin. 

 

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi boneya salvegera rizgarkirina bajarê Minbicê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

YPJ’ê destnîşan kir ku Minbic bi keda bi sedan şehîd û yekitiya gelên Kurd û Ereb hate rizgarkirin.

Bi pêngava Minbicê re, jinên Kurd û Ereb yekîtiya ruhî û hevgirtina xeta parastina welatê xwe ava kir.

Ev serkeftina me ya herî mezin û bi nirx bû ku me diyarî şehîdên xwe kir.

Di roja îro de jî xetereyên mezin û plangeriyên berfireh li ser van destkeftiyên me hene.

Dewleta Tirk a dagirker gef dixwe û dixwaze Minbicê dagir bike. Lê wê sekna hevgirtî ya gelê me van êrîş û lîstokên tên gerandin pûç bike.

FERMANDARIYA GIŞTÎ YA YPJ: WÊ SEKNA HEVGIRTÎ YA GELÊ ME, ÊRÎŞÊN LI SER MINBICÊ VALA DERXÎNE

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê rizgarkirina Minbicê li gelê Minbic û tevahiya gelê herêmê pîroz kir û wiha bi dawî kir:

Em soza parastina destkeftiyên gelê me bi dest xistiye, nû dikin

Her weha bang li gel dikin ku li hemberî gefên dagirkeriya Tirkiyê li ber xwe bidin.

Leave a Reply

Back to top button