Li Tepqa kargeha xertûmê tê vekirin

Komîteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Tebqayê amadekariyên avakirina kargeha xertûman dike.
Tê payîn ku dê di çaryeka îsal de kargeh bikeve xizmetê.

Komîteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Tebqayê amadekariya vekirina kargehê dike.

Ev yek jî bi hevkariya Şaredariya Gel a bajarokê Mehmûdlî pêk tê..

Armanca projeyê pêdiviyên cotkarên li gundewarên Tebqayê ji borî û xertûmên çandiniyê dabîn bike.

Ji wê zêdetir jî borî di projeyên yekîneyên avê yên Tebqa û gundewarên wê de tên bikaranîn.

Hevserokê Şaredariya Gel a Mehmûdlî Îbrahîm El Hemed derabrê vê yekê axivî..

Îbrahîmdiyar kir ku xebatên avakirina kargehê di qonaxa xwe ya dawîn de ye.

Dê kargeh di çaryeka îsal de bikeve xizmetê.

Li gorî El Hemed, enerjiya berhemdana kargehê di 24 saetan de dê bigihîne tonekê.

Back to top button