Partiyên Bakûrê Kurdistanê li dijî tecrîdê wê ji du baskan ve heta Gemlîkê bimeşin

Têkildarî komploya li dijî Rêber Apo partî û Rêxistinên Bakûrê Kurdistanê ragihandin ku ewê 6’ê sibatê heta 15’ê sibatê heta gireva îmraliyê bimeşin.

Partî û rêxistinên Bakûrê Kurdistanê KCD, DBP û HDP’ê têkildarî komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan plana çalakiyê aşkere kirin.

Hevserokên KCD’ê û DBP’ê û Berdevka HDP’ê plana çalakiyê bi daxuyaniyeke li Amedê ber avahiya Partiya Herêmên Demokratîk-DBP’ê eşkere kir.

Çalakî bi duruşma ” Ji bo çareseriyê em ber bi Gemlîkê ve dimeşin’ pêk bê.

Di daxuyaniya k hate dayîn de hate ragihandin ku wê 6’ê sibatê ji 2 baskan li navçeya Gever a Colemêrgê û navçeya Qoser a Mêrdînê ber bi Gemlîkê ve meş bê destpêkirin.

Back to top button