HEMÎD NASIR: DEVERÊN DÎROKÎ YÊN EFRÎNÊ BI QIRKIRINÊ RE RÛ BI RÛ MANE

Hevserokê rêveberiya Şûnwaran a Efrînê Hemîd Nasir diyar kir ku ji ber dagirkiriya Tirkiyê deverên dîrokî yên Efrînê bi qirkirinê re rû bi rû mane. Hemîd Nasir bang li civaka navdewletî kir ku bi erkên xwe der barê şûnwar û dîroka Efrînê de rabin .

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê destdirêjî û hovîtiya li dijî şûnwarên Efrînê didomînin.

Li gorî pisporên şûnwaran, kirinên der heqê dîroka Efrînê de pêngaveke nû ya qirkirinê ye.

Di vê çarçoveyê de Hevserokê rêveberiya Şûnwaran Hemîd Nasir hin agahiyên taybet ji ajansa Hawar’ê re parve kirin.

Dewleta Tirk bi balafirên şer şûnwarên Eyn Darayê yên li navçeya Şêrawa kirin hedef û wêran kir.

29’ê Hizranê Tirkiyê bi alavên giran, weke Tirks, cihên dîrokî kolandin.

Di encama kolanê de parçeyên dîrokî yên mezin di bin erdê de hatin dîtin (zêdetirî 100 parçeyî). Piştre rêkirin Tirkiyê.”

Tirkiyê girê Cindirêsê vegerandiye baregehekî leşkerî.

Girê Sendênkê yê li herêma Cindirêsê bi alavên giran hatin kolandin bi temamî hat wêrankirin.

Girê Meydankê yê navçeya Şerayê jî koland.

Ji wê jî zêdetir girên Ereb Şêxo yê Şerayê û Ziravkê yê navçeya Mabatayê hatin kolandin.

Hevserokê rêveberiya Şûnwaran Hemîd Nasir bi bîr xist ku li navçeya Şêrawa di her mal û cihekî de parçeyên dîrokî hene û got:

Jê jî gundê Beradê yê ku di 2011’an de di lîsteya kultura çandê de hatiye qeydkirin.

Li gor çavkaniyên pê bawer, niha bûne baregehên artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê tevî çekên wan ên giran.”

Dewleta dagirker a Tirk binesaziya hotêla dîrokî ya kevnare li Şêrawa wêran kir.

Hevserokê rêveberiya Şûnwaran Hemîd Nasir bang li civaka navdewletî, NY’yê û UNESCO kir ku bi erkên xwe der barê şûnwar û dîroka Efrînê de rabin .

Her wiha ji bo belgekirina şûnwarên Efrînê divê komîteyeke navdewletî bê avakirin û kirinên dewleta Tirk bişopîne.

Leave a Reply

Back to top button