Li Japonya berfa zêde: Bi sedan wesayît li ser rêyan asê man

Li Japonyayê ji ber barîna berfê rêwitî asteng bûne. Dema ku bi sedan wesayît bi saetan di trafîkê de asê mabûn, dorên dirêj ên wesayîtan çêbûn. Herî kêm 397 seferên ku ji bo îro hatibûn plankirin jî hatin betalkirin.

Barîna berfê ya ku duh li gelek deverên Japonyayê bi bandor dest pê kir, bandorek neyînî li jiyanê dike.

Bi sedan wesayit li ser rê asê man.

Li ser rêya Rêbeja Shin-Meishin a parêzgeha Mie rêza erebeyan a bi dirêjiya 14 kîlometreyan çêbû.

Hikûmeta eyaleta Nagazakî ragihand ku ji nîvê şevê heta saetên sibê li herêmê nêzî 100 wesayît li ser rê asê mane.

Şert û mercên nebaş ên hewayê bû sedema astengiyan di veguheztina asmanî û rêyên hesin de.

Herî kêm 397 seferên ku ji bo îro hatibûn plankirin hatin betalkirin.

Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê (JMA) ragihand ku pêla hewaya sar a ku bandor li welêt kir, wê heta roja pêncşemê li gelek herêman bayê xurt û berfeke zêde bibare.

Pisporan bang kirin ku ji astengiyên di veguheztinê û qutkirina gengaz a elektrîk û avê de amade bin.

Back to top button