Konseya Rêveber a KNK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera 35’an a Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir.
KNK’ê diyar kir ku dewleta tirk dixwaze ku berxwedana xelkê Kurd, tevgera rizgarî û azadiya Kurdistanê bifetisîne.
Lê bi rihê 15’ê Tebaxê, berxwedanek xurt û bê hempa li dijî dagirkeran tê meşandin.
Kurd, Kurdistanî bi ruh û giyanê 15’ê Tebaxê di nav berxwedan û têkoşîneke xurt de ne.
KNK’ê bi bîr xist ku binketina dewleta Tirk a dagirker, serketina Gelên Kurdistanê ye.
Bi vê bîr û hizirê em wekî KNK, salvegera 15’ê Tebaxê ya 35. bi dilgermî pîroz dikin, şehîdên şoreşê bi rêz û hurmet bîr tînin.
Em hêvî dikin Gelê Kurdistanê bi ruh û giyanê 15’ê Tebaxê, hemû hêz û jiyana xwe bike yek.
Tifaqa navxweyî pêk bîne û li dijî dagirkeran, têkoşîna azadî û rizgariya Kurdistanê bi ser bixe.