Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, tevî hemû hewldanên ji bo tepisandina serhildanê jî didome. Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê zextên dewleta Îranê ya li ser gel zêde bûye. Hêzên dewleta Îranê li ser gelek malan de girtin û gelek jinên çalakvan binçavkirin û giritin.
Serhildana bi pêşengiya jinan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpêkirî di meha xwe ya 5’an dewam dike.
Rojane gel bi daxawaza azadiyê bi yek dengî diruşmeya “jin, jiyan, azadî” li qadan berz dikin.
Tevî berdêlên giran jî xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistanê di mafê azadiyê de bi israr in.
Deshilata Îranê serdegirtina malan jî didomîne.
Ji destpêka serhildanê heta îro hewil dide serhildana gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi biçavkirin, girtin, cezayên girtîgeh, pere û kuştinê bitepisîne.
Lê hemû çalakvan bi taybetî jî jin, tevî hemû êrişan pêşengiya vê serhildanê dikin û li ber xwe didin.
Xwepêşander Naghmeh Rajabifar ku li Tahranê hat girtin:
Ji aliyê Dadgeha Şoreşê ve bi sûcdariya dewleta Îranê ya “li dijî dewletê kombûn û lihevkirina veşartî” cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Her wiha rewşa Parvaneh Kadkhodamsarî a ku sewqî Girtîgeha Êvînê hat kirin, nayê zanîn.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, roja 15’ê Kanûnê hêzên ewlehiyê bi ser mala wê de girtin û ew bincav kirin.
Jîngehparêz, çalakvanek çandî û endama Civaka Xansat Hîwa ya bajarê Seqizê Shilan Rashîd-zadeh li zanîngeha Payam-Noor Seqizê 3’ê Çileyê di xwepêşandanan de hat girtin.
Piştî 20 rojan bi awayekî demkî heta dawiya dozê, bi kefalet hat berdan.



