PIŞTÎ DANA 3 MILYONAN, WELATÎYEK KARÎBÛ JI EFRÎNÊ DERKEVE

Bi îdiayên “Herêma Efrînê ewle bûye” welatiyekî Efrînî ku li Şehbayê dima tê xapandin û vedigere Efrînê. Lê ji mirinê wêdetir tiştekî xirabtir li benda wî bû.

Li gorî şêniyê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, piştî vegeriya Efrînê bi 5 rojan, çeteyên dewleta Tirk di saet 5’ê sibehê de, bi ser mala wî de girt, destên wî kelepçe kirin û birin navendeke êşkenceyê.

Heta 3 mehan çarenûsa wî diyar nebû.

Di wê navendê de, dijwartirîn cureyên îşkenceyê ji lêdan, keherebe, kêr û xeniqandin lê hat kirin.

Têkilkdarî serpêhatiya xwe şênî dibêje:

“Hinek şêniyên Efrînê me êşkence dikirin û gotinên nexweş ji me re digotin.

Caw dikirin dev û pozên me û av li me dikirin heya em digihaştin asta xeniqînê.

Şêniyê Efrînî destnîşan kir ku çeteyê pê re lêpirsîn dikir, daxwaza 300 hezar lîreyên Sûriyê lê kir da wî rake girtîgehên Tirkiyê.

Pişt re, milyonek lîreyên Sûriyê jê xwestin da wî serbest berdin.

Welatî diyar kir ku bira û xizmên wî pere peyda kirin û ew derxistin.

Şênî dawiyê bang li her kesî kir ku heta Efrîn rizgar nebe venegere û xwest ji vê zilmê xilas bibin.

 

 

Leave a Reply

Back to top button