Hemleya komkirina îmzeyan li Qamişlo û Hesekê didome

Hemleya komkirina îmzeyan a ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û eşkerkirina rewşa wî ya tenduristî, li kantonên Qamişlo û Hesekê berdewam dike. Yekitiya Pîşeyên Tibî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bang li rêxistinên tibî kir ku ji bo eşkerekirina rewşa tenduristî ya rêber Ocalan zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin.

Bi armanca rakirina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî a Rêber Ocalan çalakî didomin.

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê 22’ê Çileyê hemleya îmzeyan da destpêkirin.

Hemle bi dirûşmeya “Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî dikin” pêk tê.

Duh 24’ê Çileyê, komkirina îmzeyan li navçeyên Tirbespiyê û Til Birak yên girêdayî Qamişlo û navçeya Til Temir a Hesekê dest pê kir.

Yekîtiya Bijîşkan: Divê rêxistinên tibî li dijî tecrîdê zextê li dewleta Tirk bikin

Yekitiya Pîşeyên Tibî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan li pêş Nexweşxaneya Gel ya Hesekê daxuyaniyek da.

Yekitiyê bang li komîte, rêxistin û yekitiyên tibî kir ku destwerdanê bikin û ji bo eşkerekirina rewşa tenduristî ya rêber Ocalan zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin.

Back to top button