Parlementerên HDP’ê yên li dijî tecrîda Îmraliyê di Nobeta Edaletê de ne gotin “Divê li dijî tecrîda Îmraliyê her kes dengê xwe bilind bike.” Li aliyê din, partî û saziyên demokratîk îro bi civîneke çapanemiyê ragihandin ku li dijî tecrîdê wê meşeke dirêj li dar bixin.. Meş ji 6’ê Sibatê ji du baskan ve dest pê dike û 15’ê Sibatê li Gemlîkê bi dawî dibe.
Pergala êşkence û tecrîda ya li dijî Rêber Apo her diçe girantir dibe.
Ji bo rêdana hevdîtina parêzeran a bi Rêber Apo re, Nobeta Edaletê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) didome.
Di roja 25. a çalakiyê de Parlamenterên HDP’ê li pêşiya meclîsê ya li Enqereyê daxuyanî dan.
Parlamenterên HDP’ê: Bila tecrîd bi dawî bibe
Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî bang li Wezareta Edaletê kir ku li gorî Makeqanûna xwe tevbigerin û tecrîdê bi dawî bikin
Mûrat Çepnî anî ziman ev 25 roj in bangên wan nayên bersivandin û ev bang li raya giştî kir:
“Têkoşîna li dijî tecrîdê tê wateya helwesta li hemberî hemû tiştên li dijî demokrasiyê.
Li vir em careke din dibêjin. Nobeda me û têkoşîna me ya li dijî tecrîdê wê bidome.
Kesê ku bersiva vê yekê nede û vî sûcî dewam bike, di serî de Wezareta Edaletê, teqez wê li pêşberî gelê me hesab bide. ”
Li dijî tecrîdê meşa dirêj di 6 Sibatê de dest pê dike
Li aliyê din, li dijî tecrîdkirina Rêber Apo û him jî bi nêzbûna salvegera komploya navneteweyî a 15’ê Sibatê re partî û saziyên demokratîk jî biryar dan, meşekî li dar bixin.
Têkildarî çalakiyê, nûnerên partî û saziyên demokratîk li avahiya DBP’a Amedê civîneke çapemeniyê lidar xistin û daxuyaniyek dan.
Di civînê de Berdevka Partiyê ya HDP’ê Ebrû Gunay, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û nûnerê saziyên demokratîk amade bûn.
Meş ji Qoser û Geverê dest pê dike û 15’ê Sibatê li Gemlîkê diqede
Di daxuyaniyê de hate ragihandin dê di 6’ê sibatê de li navçeya Qoser a Mêrdînê û li navçeya Gever a Colemêrgê ji du baskan ve ber bi Gemlîkê ve meşek bê lidarxistin.
Dirûşmeya meşê jî weke “Ji bo çareseriyê em ber bi Îmraliyê ve dimeşin” hate aşkerekirin.
Nûnerên partî û saziyên demokratîk bang li gel, hêzên demokratîk kirin ku tevlî meşê bibin.