Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker kuştin û konekî leşkerî hate rûxandin.
Têkildarî mijarê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da
Li gorî vê, “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê; Di 23 û 24’ê Çileyê de li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, tîmên gerîlayan ên bi tevger 2 caran bi çekên giran li dagirkerên nêzî gundê Sîdayê xistin.
24’ê Çileyê de jî hêzên gerîlayan li dijî dagirkerên derdora qada Çemçoyê çalakiyek li dar xistin.
Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin kuştin û konekî leşkerî jî hate îmhakirin.
HPG: Artêşa Tirk 17 caran bi çekên kîmyewî û qedexe êriş kir
HPG’ê derbarê êrişên arteşa Tirk yên li dijî herêmê de jî ev agahî dan: Çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîda û qada Çemçoyê, 13 caran bi çekên kîmyewî, 4 caran bi bombeyên qedexekirî
Û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”