Fuad Bêrîtan: Desthilata Îranê nikare pêşiyê li vî bayê bigre

Hevserokê Konseya Rêvebir a Kodarê Fûad Bêrîtan derbarê geşedanên li Îran û Rojhilatê Kuridstanê got: “Rejîma heyî nikare vî bayê berxwedanê bisekinîne. Her ku hewl bide, wê bayekî hîn xurtir lê rabe.”

Hevserokê KODAR’ê Fuad Bêrîtan ji ANF’ê re axivî û got: “Bûyerên li Îranê diqewimin, rewşa siyasî û civakî bi qasî ku cîhanê eleqedar dike, herî zêde Kurdan jî eleqedar dike.

Lewma divê ev serhildana li rojhilat û Îranê rast bê nirxandin.

Bûyerên li Ewropayê yan jî li devereke din a cîhanê çawa tê nirxandin, bûyerên li Îranê jî bi heman rengî têne nirxandin.

Yên ku bi vî rengî dinirxînin dawiya dawî encamên şaş wergirtine.”

Heverokê Kodarê Fuad Bêrîtan anî ziman û beriya her tiştî divê Rojava nêrîna xwe ya li Îranê biterikîne û wiha dewam kir: “Bêguman li Îranê rejîmeke zordar heye. Ev aliyeke, lê belê aliyê gelên Îranê heye. Civaka Îranê heye, rastiyeke xwe ya civakî heye.

“Divê dewletên Rojavayî nêrîna xwe ya li Îranê biguherînin”

Di nava dîroka Rojhilata Navîn de Îran xwedî danheviyeke azadiyê ye, xwedî danheviyeke demokrasiyê ye.

Eger cografiya bingehîn a nirxên demokratîk ên komunal Rojhilata navîn be, jiyana demokrasî ya komunal herî zêde li Kurdistan û Îranê ye..

Back to top button