Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî”

Aktîvîtsa mafê Kurdan a Rojhilatê Kurdistanê Tara Fatehî derbarê têkoşîna gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya ji bo azadiyê axivî û got:”Gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji bo bidestxistina azadiyê, bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” ku ji tevgera azadiyê hatiye têdikoşin.

Serhildana gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îran bi diruşma “Jin Jiyana Azadî” di meha 5’emîn de didome.

Gel di wê baweriyê de ne ku azadiya civakê bi azadiyê jinê pêkane.

Aktîvîtsa mafê Kurdan a rojhilatê Kurdistanê Tara Fatehî derbarê têkoşîna gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya ji bo azidiyê ji Jin News re axivî.

Tara Fatehî: Daxwazên gel Aştî û Azadiye

Tara Fatehî anî ziman ku daxwazên gel zelalin û wiha anî ziman: Ev 5 mehin gel ji bo bidestxistina azadiyê têdikoşin û serî natewînin.

Desthilatdariya Îranê ji bo dengê gel bide qutkirin bi dijwarî cezayan dibir êrîş dike û mirovan qetlidike.

Lê gel li pey doza xwe ne û gavan paş de navêjin.

Dirûşma “Jin Jiyan Azadî” ku ji tevgera azadiyê hatiye bûye sîmge.

Tara destnîşan kir ku Jîna Emîn bibe sembolek jî di esasê de ev berxwedana li Rojhilat bi sedsalane didome û got:

Ev têkoşîneke bi dehan salî bû.

Kurd li Îranê li dijî dîktat oriyan her tim têkoşîn dimeşand.

Dewleta Îranê li dijî kurdan her cure zext meşand heta rê li ber xwendina zimanê kurdî girt.

Ev dîktatoriyek çavsore di bin navê olê zextê li civakê dike.

“Li Tirkiyê jî heman desthilatdarî heye”

Tara Fatehî balkişand ser dîktatoriya li Tirkiyê jî û ev tişt got: Tirkiye di esasa dîktatorî û polîtîkayên olî de berbijêrve diçe.

Divê hikûmeta Tirk ji şaşiyên Komara Îslamî ya Îranê dersan bigire.

Têkçûna hikûmeta Îranê ne tenê ji bo gelê Îranê ji bo hemû cîhanê wê baş be.

Back to top button