Kovara Birîtanî The Economist di weşana xwe ya vê hefteyê de qale Serokê AKP’ê Erdogan kir û got: ‘Tirkiyê di bin desthilatdariya Erdogan de ber bi dîkatoriyetê ve diçe’.
Kovarê Economest di nivîsa xwe de dibêje: “Reftarê Serokê AKP’ê ne rêxistinkirî ye û di demên dawî de zêdetir bûne.
Tevgera Erdogan dê demokratîkbûna şaş ber bi dîktatoriyeke tam ve bibe.”
Serokê AKP’ê û kesên derdora wî yên berpirs, li ser vê nivîsa kovarê gelekî bi hêrs bûbûn.
Kesên şopîner jî diyar dikin ku ev gotar rastiya ku Erdogan hewldide veşêre eşkere dike û lewma Erdogan û desthilat ewqasî acizin.