
Şêniyên Dêrik û navçeyên derdora wê, cenazeyê welatiyê bi navê Ebdurehman Hesam ku di êrişa li ser Tirbespiyê de birîndar bûbû û paşê şehîd bû, li Goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir kirin.
Ebdurehman Hisên Hesam di 18’ê çileyê de di encama êrişa bi balafireke dewleta Tirk li ser riya Qamişlo-Dêrikê birîndar bû û duh ji ber birîna xwe şehîd bû.
Şêniyên Girkê Legê, Dêrik, Çilaxa û Til Koçer li goristana şehîdan bi merasîmekê cenazeyê Hesam oxir kirin.
Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Elî Oryan axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.
Her wiha endamê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Hisên Şerîf axivî û bang li gelê herêmê kir ku li dijî êrişan berxwedan û tekoşîna xwe xurttir bike.
Di dawiyê de Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir û şehîd hat spartin.