HER: DI ÇALAKIYEKE HÊZÊN RIZGARIYA EFRÎNÊ DE 2 ÇETE HATIN KUŞTIN

Hêzên Rizgariya Efrînê li derdora gundê Til Medîq yê şehbayê çalakiyek pêk anî, 2 çeteyên Tirkiyê hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku hêzên wan 13’ê Tebaxê çalakî pêk anîne.

Çalakiya bi awayê sabotajê li gundê Til Medîq yê Şehba li dijî komek ji çeteyên Tirkiyê hat lidarxistin.

Li gorî hêzên rizgariyê 2 çeteyên Tirkiyê hatine kuştin.

Her weha piştî çalakiyê, di navber wan û çeteyan de bi çekên navîn şerekî dijwar rû da ye.

Lê encamên vî şerî ne hat zelalkirin.

Hemwextî wê artêşa Tirk a dagirker gundên Mer’enaz, Malikiyê yên navçeya Şera û gundên Um el-Hoş, Til Medîq, Semûqa yên Şehbayê bi çekên giran û balafirên Drone topbaran kirin.

Li vir ziyaneke mezin gihişt mal û zeviyên sivîlan.

 

Leave a Reply

Back to top button