Hawrê Rizgar: Rêber Ocalan serokek mezin yê Kurd e

Endamên Hizba Komunîst a Kurdistanê yên Rewandizê û çalakvanên îdareya Soran bertek nîşanî tecrîda li dijî rêber Apo dan û diyar kirin ku bi girtina Rêber Apo xwestin dengê azadiyê qut bikin.
Her wiha da zanîn ku dawîkirina tecrîdê wê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn çareseriyek demokratîk bîne. 

Bertek û nerazîbûnên li hember tecrîda li dijî Rêber Apo li Başûrê Kurdistanê jî zêde dibin.

Derbarê tecrîdê de endamên Hizba Komunîst a Kurdistanê yên Rewandizê û çalakvanên îdareya Soran ji Rojnews’ê re axivîn.

Berpirsê Hizbê Hawrê Rizgar dibêje girtina Rêber Apo ji bo bêdengkirina dengê azadiyê bû û got:

“Hewlên Rêber Ocalan ji bo azadkirina Kurdistan û gelên cîhanê li pêşiya siyaseta dewletan bûye asteng.

Li beramberî wê dewleta Tirk dixwaze bi tecrîdkirina Rêber Ocalan hegemonî û siyaseta xwe ya çewt û faşîstane bide qebûlkirin.

Bê guman Rêber Ocalan wek rêberekî dikare di çareserkirina pirsgirêka Kurd û gelên Rojhilata Navîn de rol bileyîze.

Ew serok û xebatkarek mezin yê Kurd e û ji bo azadiya gelê Kurd û gelên din xebatê dike, ji bo wê jî hat girtin û tecrîd hat girankirin.”

Îsmaîl Ehmed: Dawîkirina Tecrîdê wê demokrasiyê bi xwe re bîne

Çalakvanê siyasî yê îdareya Soran Îsmaîl Ehmed jî derbarê heman mijarê de axivî.

Îsmaîl Ehmed diyar kir ku girankirina tecrîdê wê bihêle gelê Kurd ji bo cezakirina dewleta Tirk a faşîst gelê Kurd şoreşgertir bibe.”

Îsmaîl Ehmed anî ziman ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê bandoreke erênî li ser her çar beşên Kurdistanê bike.

Her wiha wê yekîtiya gelê Kurd jî bi hêztir bibe.”

Di dawiyê de Îsmaîl Ehmed piştrast kir ku şikandina tecrîda li dijî rêber Apo wê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn çareseriyek demokratîk bîne.

Back to top button