3. Pêşengeha wênesaziyê li Qamişlo tê lidarxistin

Li bajarê Qamişlo Pêşangeha Panorama Rojava ya Hunera Şêwekariyê hat vekirin Pêşengeh ya sêyemîne ku tê lidarxistin û dê 2 rojan dewam bike.

Pêşengeh bi dirûşma “Rengê me ji dengê çekên we bi hêztir in” li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo tê lidarxistin.

60 tablo tên nîşandan de, peyamên civakî yên derbarê Şoreşa Rojava û têkoşîna jinan hene.

Her wiha di hin tabloyan de wêneyên şervanên YPJ’ê, Jîna Emînî, serhildêr û şoreşgerên Kurd û her wekî din hatine xêzkirin.

Back to top button