Salvegera şehadeta Avêsta Xabûr

Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed şehîd Avêsta Xabûr bi bîr anî.
Û diyar kir ku Ş. Avêsta bi çalakiya xwe peyama hun nikarin vîna me bişkînin da dijmin.
Rûksen Mihemed soza rizgarkirin hemû jinên kole da. 

Îro salvegera 5. a şehîdbûna şervana YPJ’ê Zelûx Hemo bi nasnav Avêsta Xabûr e.

Avêsta Xabûr di Berxwedana Serdemê de li dijî artêşa Tirk çalakiya fedayî pêk anî.

Rûksen Mihemed: Dîkroka Kurdan tijî fedaîbûn e

Bi boneya salvegera şehadeta wê berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed ji ANHA’yê re axivî.

Rûksen Mihemed, Avêsta Xabûr bi bîr anî û diyar kir ku dîroka Kurdan tijî fedaîbûne.

Berdevka YPJ’ê dibêje rêgeza berxwedan û fîdabûnê bi pêşengiya jinan didome.

Rûksen: Ş. Avêsta peyama ‘hun nikarin vîna me bişkînin’ da

Rûksen Mihemed anî ziman ku çalakiya Ş. Avêsta ji bo parastina heval û herêmê xwe bû.

Rûksen da zanîn ku Ş. Avêsta bi çalakiya xwe peyama hun nikarin vîna me bişkînin da dijmin.

Di dawiyê de Rûksen Mihemed piştrast kir ku têkoşîna wan heta rizgarkirina hemû jinan dê bidome.

Back to top button