JOSEPH VOTEL: ÇARESERÎ DI ÇARESERKIRINA “PIRSGIRÊKA KURD” LI TIRKIYÊ BIXWE DE YE

Fermadarekî Emêrîkî payebilind ê berê metirsiyên avakirina herêma bi navê ewle ya ku dê li herêmên bakurê û rojhilatê Sûrî were avakirin ji Rojnameyeke Emêrîkî re nirxand.

 

Fermandarê berê yê hêzên CENTCOMê Joseph Votel derbarê herêma ewle de ji malpera The National Interest re nivîsî.

Votel bal kişand ser daxuyaniya wezîrê parastinê yê Tirkiye Hulusî Akar û gotinên wî vala derxistin û got:

Tevî herdu aliyan hûrguliyên lihevkirina xwe eşkere nekirin, Akar got ew û Emerîka der barê herêma ewle de hemfikir in.

Eger ev yek pêk were, wê pirsgirêkên hemû aliyên peywendîdar bêhtir bibin.

Votel çareseriya pirsgirêka ewlehiyê bi Kurdên Tirkiyê ve girêda û got:

Ji bo em ji pirsgirêka ewlehiyê xelas bibin, divê dewleta Tirk destpêkê pirsgirêka Kurdên Tirkiye bi aştiyane çareser bike û divê Emerîka jî alîkar be.

HERÊMA EWLE NE ÇARESERÎ YE.. DIVÊ MEKANÎZMEYEKE EWLHÎ AVA BIBE

Tişê tê xwestin, ne herêma ewle ye, lê belê mekanîzmeyeke ewlehiyê ye ku metirsiyên hemû aliyên peywendîdar ji holê rake..

Ev jî bi rêya çavdêrî û operasyonên ewlehî ye.

Rast e ev ne çareya herî baş e, lê dikare ewlehî û jîngeheke aram biafirîne.

Votel teqez kir ku divê hêzên Kurdî jî beşekî vê lihevkirinê bin û dewreyên hevbeş li herêmê pêk bînin û çekên giran ji nêzî sînor ve bi dûr bixînin.

Divê Tirkiyê jî li ser hebûna hêzên xwe bi awayekî mayînde neke rik û di bin siya Emerîkayê de bixebite.

EV HERÊM, WÊ RÊ LI BER GUHARTINA DEMOGRAFÎK VEKE

Votel encamên avakirina vê herêmê wiha nirxand:

Ev herêm wê sedema koçkirina bêhtirî 90 ji sedî ji Kurdên Sûriyê be, ku wê aloziyeke din a mirovî çêbike û qadeke şer biafirîne.

Bi koçkirina Kurdên Sûrî re, wê ne tenê mafên wan were binpêkirin, lê belê wê şerekî dûrûdirêj çêbibe.

Di encamê de jî wê pêwîstî bi belavkirina hêzên leşkerî hebe.

Her wiha wê tadariyê bigihîne berjewendiyên Emerîkayê jî.

Fermandarê berê yê hêzên CENTCOMê dest nîşan kir ku hebûn û kontrola Hêzên Kurdî li herêmê wê nehêle piştgirî ji DAIŞê re were.

Lê hebûna herêmeke ewle, wê nehêle ev hêz van xebatan bikin.

 

Leave a Reply

Back to top button