Li Îranê êrişî balyozxaneya Azerbeycanê hate kirin

Li paytexta Îran, Tehranê êrişî balyozxaneya Azerbaycanê hate kirin.
Di êrişê de Şefê Ewlekariyê yê Balyozxaneyê hatiye kuştin û 2 parêzvan jî birîndar bûn e.

Li gorî Wezareta Karê Derve ya Azerbaycanê li Tehranê kesekî bi kaleşnîkofê êrişî balyozxaneya Azerbaycanê kiriye.

Heman çavkaniyê ragihand ku di êrişê de Şefê Ewlekariyê yê Balyozxaneyê jiyana xwe ji dest da, du parêzvan jî birîndar bûn.

Şefê ewlekariyê hatiye kuştin û 2 parêzvan jî birîndar bûn e

Wezareta Karê Derve ya Azerbaycanê bi daxuyaniyekê got;

“Di 27’ê Çileya 2023’an de li gorî saeta Bakuyê saet di 08.30’an de bi çekê êrîşî Balyozxaneya Azerbaycanê ya li Tehranê hate kirin.

Di êrîşê de şefê ewlekariyê jiyana xwe ji dest da û du parêzvan jî birîndar bûn.”

Back to top button