TIRKIYE AMADEKARIYÊ DIKE KU BAREGEHAN LI DEWHAYÊ AVA BIKE

Tirkiye û Qeter amadekariyên avakirina hejmareke mezin ji baregehên leşkerî li Dewhaya Qeterê dikin. Di heman demê de li Qeterê hejmara leşkerên Tirk zêdetir bûye. 

Rojnameya Hurriyet ya Tirkiyê ragihand ku baregeha nû ya li paytexta Qeterê Dewhayê nêzî Baregeha Tariq Bin Ziyad e û avakirina wê bi dawî bûye.

Her wiha rojnameyê tekez kir ku bi avakirina baregeha leşkerî re wê hejmara leşkerên Tirk li Qeterê zêdetir bibe.

Rojnameyê destnîşan kir ku Qeter girîngiyeke mezin dide vê baregehê, her wiha behsa şahiyeke girseyî di payîzê de dikin.

Tê payîn ku lidarxistina şahiya vekirina baregehê, emîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al-Sanî û Recep Tayyîp Erdogan ragihînin.

Rojnemaya Hurriyet belav kir ku leşkerên Tirkiyê li Baregeha Tariq Bin Zayîd bi cih dibin û li gorî têkiliyên dualî yên Tirkiye-Qeterê ji sala 2015`an ve leşkerên Tirkiyê li baregehê belav bûne.

 

Leave a Reply

Back to top button