Amerîka li Somalî li dijî DAIŞ’ê oparasyonek taybet pêk anî.
Wezîrê Parastinê yê Amerîka Austin got;
Di oparasyonê de, Bîlal El-Sûdanî yê ku yek ji berpirsên payabilind yê DAIŞ’ê ye, tevî 10 çeteyan hatiye kuştin.
Ev oparasyon jî bi fermana Serokê Amerîka Biden pêk hatiye.
Amerîka li dijî DAIŞ’iyên li Somalî ketiye tevgerê.
Berpirsên Amerîkî dan zanîn ku hêzên taybet ji bo girtina yek ji berpirsên DAIŞ’ê Bîlal el-Sûdanî oparasyonek lidar xistine.
Oparasyon li bakurê Somaî ya herêmeke çiyayî ku Sûdanî xwe di şkeftê de vedişart pêk hat.
Hat îddîakirin ku Bîlal el-Sûdanî di belavbûna DAIŞ’ê ya li Afrîka û herêmên din û fînansekirina çalakiyên wê de roleke sereke lîstiye.
Rayedarê Amerîkî ji ajansa nûçeyan a Fransî AFP’ê re axivî û diyar kir ku El Sûdanî beriya 10 salan ji rêxistina El Şebab tevlî DAIŞ’ê bûye.
Beriya niha ji bo çeteyên El Şebab endam tevlî rêxistinê dikir.
Li gorî heman rayedar, El Sûdanî fînansekirina çalakiyên baskê DAIŞ-Xoresan ya li Efxanistanê jî pêk aniye.
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê di sala 2012’an de Sûdanî xistibû lîsteya cezayên xwe.
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin got;
Me “bi serketî operasyona dijî terorê da destpêkirin”.
Austin da zanîn ku di operasyonê de zirar negihiştiye sivîlan.
Li gorî pisporan, Amerîka balafirên bêmirov ku ji bo kuştin û girtina wan pir kêmtir metirsiya wan heye bikar neaniye.
Bi vê yekê re, hêzên xwe yên taybet şandiye herêmê û nîşan dide ku El-Sûdanî ji bo DAIŞê çiqas girîng e.
Pentagon: Oparasyon bi fermana biden pêk hatiye
Berpirsên Amerîkî ragihandin ku Wezareta Parastinê ya Amerîkî (Pentagon) operasyona ku plana wê bi mehan dom kir, hefteya borî pêşkêşî erêkirina Serokê Amerîka Joe Biden kir.
Biden jî di destpêka hefteyê de biyar erê kir.
Rayedaran ragihandin ku hikûmeta Somalî beriya oparasyon pêk were hatiye agehdarkirin.



