Pistorius: Leopard wê dawiya adarê li Ukrayna bin

Wezîrê Parastinê yê Almanya Pistorius got:
Tankên Leopard wê dawiya Adarê li Ukrayna bin.
Li aliyekî din, Wezareta Karê Derve ya Rûsya li ser gotina Wezareta Karê Derve ya Alman ku ew di nava şer de ne, xwest zelaliyek were kirin.

Ukrayna di şerê li gel Rûsya de, sala xwe tejî dike.

Di şerê ku 24’ê Sibata 2022’an despêkirî, di meha 12’an de ye.

Tevî şerê dijwar yê li rojhilatê welat, êrişên bi çekên giran jî rewşa heyî zehmetir dike.

Rêveberiya Kîevê di her fersendê de, banga alîkariya çekên giran dike.

Piştî ku Almanyayê ragihand ku ew ê tankên Leopard 2 bişîne Ukraynayê, dîroka radestkirinê bû cihê mereqê.

Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius li tetbîqata leşkerî ya ku bi wesayita şer a zirxî a li rojhilatê welêt hat kirin temaşe kir.

Wezîr Pistorius piştî tetbîqatê ji rojnamevanan re axivî û got,

“Em plan dikin ku heta dawiya meha Adarê tankên xwe yên Leopard teslîm bikin.

Ev ne dîrokek direng e.”

Pîstorîûs diyar kir ku perwerdeya leşkerên Ukraynayê ya ji bo bikaranîna wesayîtên şer ên Marder ên Alman wê di rojên pêş de dest pê bike.

Piştî vê jî wê perwerdeya tankên Leopard 2 were despêkirin.

Almanya: Em di şer de ne… Rûsya daxuyaniya zelalkirinê xwest

Almanya êdî di warê şerê li Ukrayna de, helwesta xwe bi awayekî hîn zêdetir vedibêje.

Wezîra Karên Derve ya Almanya Annalena Baerbock got:

Em li dijî Rûsyayê di nava şer de ne.

Ev gotin, bû sedema Moskow bertek nîşan bide.

Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsya Mariya Zexerova daxwaza zelalkirinê ji Berlînê xwest.

Polonya: Me heta niha 250 tank şandine Ukrayna

Di vê navberê de, Serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawiecki diyar kir ku welatê wî piştgiriya çekan a Ukraynayê didomîne û got,

“Me heta niha 250 tank şandine Ukraynayê.”

Back to top button