Hikumeta Berlîn beriya hilbijartinê Enqere hişyar kir

Wezareta Karê Derve ya Alman got,
“Wê destûr ji wan çalakiyan re neyê dayin ku li ser ewlehiya navxweyî ya welatê me gef e.”
Parlamenterê Partiya Çep jî dibêjin rejîma Tirkiyê van hişyariyan li ber çavan nagirin.

Li Tirkiyê hilbijartinên serokomarî û parlamentoyê wê di 14’ê Gulanê de pêk were.

Beriya hilbijartinê, rejîma AKP-MHP’ê ji bo dengên derve qezenc bike ketine tevgerê.

Hikumeta Almanya li ser vê yekê Enqere hişyarkir ku wê rê nede, propagandayên bo hilbijartinê.

Piştî gefên Parlamenterê AKP’ê yê Nevşehîrê Mustafa Açikgoz ya 13’ê Çileya li mizgefta komên faşîst ên Tirk ên li Neussê kirî de Berlîn nerazîbûna xwe nîşan da.

Parlamentera Partiya Çep ku yek ji partiyên mûxalefetê li Almanyayê ye Gokay Akbulut, bi pêşnûme pirseke ji hikûmeta Scholz bi taybetî ji bo rejîma AKP-MHP’ê wê di çi çarçoveyê de destûrê bide xebatên hilbijartinê û li ser gotinên Açikgoz wê helwestek çawan bê nîşandan, xist rojeva hikûmetê.

Li ser navê hikûmetê Musteşarê Wezîrê Karên Hundir Mahmut Ozdemîr bersiv da pêşnûmeya pirsê ya endamê Partiya Çep Akbulut.

Di bersivê de hat destnîşankirin ku, li Almanyayê teqez cihê nefret û gotinên gefxwarinê nîne û got;

“Bûyerên ku siyasetmedarên biyanî yên li Almanyayê têkildarî hilbijartinê li derveyî welat bên kirin, bi destûra hikûmetê ve girêdayî ne.”

Wezaretê destnîşan kir ku, bi serlêdana 10 rojan a li Wezareta Karê Derve re dikare destûr bê wergirtin û ev hişyarî da:

“Divê tevlîbûna li hemû çalakiyên hilbijartinê di çarçoveya qanûnên Almanyayê de be û gefê li ewlekariya navxweyî ya welat nexwe.”

Tevî hişyariyê jî wezîrê Tirk bi alîgirên xwe re hevdîtin kir

Parlamenterê Federal ê Partiya Çep Gokay Akbulut daxuyaniya Wezareta Karên Hundir erênî dît û got, ku ev têr nake.

Akbulut bi bîr xist ku Wezîrê Çandiniyê yê Tirkiyeyê Vahit Kirişci hefteya borî li Berlînê bi alîgirên xwe re hevdîtin kir û wiha got:

Divê Wezareta Karên Derve sînorên zelal li vir deyne.”

Back to top button