QSD: DIVÊ ‘HERÊMA EWLE’ TEVAHIYA SÎNOR BIGRE NAVA XWE

Fermandarê Giştî ye QSD’ê Mazlûm Ebdî têkildarî nirxandinên li ser ‘Herêma Ewle’ ya di navbera sînorê Tirkiye-Bakur û Rojhilatê Sûrî de axivî . Ebdî diyar kir ku li hemberî gef û êrîşên ku ji hêla Tirkiyê ve pêş dikevin divê “herêma ewle” tevhiya sînr bigire nava xwe.

Fermandarê Giştî ye QSD’ê Mazlûm Ebdî derbarê mijarê de bersiv da pirsên ajansa ANHA’yê.

Mazlûm Ebdî careke din jî bi bîrxist ku ew û dewleta Tirk bi awayekî ne rasterast hevdîtinê dikin û got:

Mijara hevdîtinan hêj bi encam nebûye. Ji bo em bigihêjin encamekê hevdîtin didomin.

Ebdî têkildarî ‘Herêma Ewle’ ya ku tê gotin wê di navbera Girê Spî û Serêkaniyê de bê avakirin jî wiha got:

“Me ji aliyan xwest ku tevahî sînor wekî ‘Herêma Ewle’ bê diyarkirin. Lê Tirkiye dixwaze vê yekê niha di navbera Girê Spî û Serêkaniyê de destpêbike.”

 

Leave a Reply

Back to top button