Siyasetmedarê Iraqî Adil Mena

Siyasetmedarê Iraqî Adil Mena derbarê êrişên dewleta Tirk de axivî û diyar kir ku êriş ji ber lewaziya hikumeta Iraqê dewam dikin.

Dewleta Tirk rojane dijî gerîlayên azadiyê çekên kîmyawî bikartîne û sivîlan qetil dike, lê Hikumeta Başûrê Kurdistanê û Iraqê li hemberî van êrişan bêdengin.

“Ji ber lewaziya hikumeta Iraqê pêşî li êrişên Tirkiyê nayê girtin”

Siyasetmedarê Iraqî Adil Mena têkîldarî vê mijarê ji Rojnews re axivî.

Adil Mena da zanîn ku êrişên dewleta Tirk yên li ser xaka Iraqê, çi bi çekên kîmyawî an jî bi çekên cuda dewam dikin.

Adil dewamkirina êrişan bi lewaziya hebûna hikumeta Iraqê ve girêda û got: “Eger Iraq xwedî helwestek yek-girtî ba, wê Tirkiyê êrişên xwe dewam ne-kiriba.”

Back to top button