Li gundewarê Idlibê çeteyên dewleta Tirk balafireke şer a rejîma Sûrî xiste xwarê.
Çavkaniyên ji parêzgeha Idlibê diyar kir ku komên çete yên Tirkiyê balafirek şer a Sukhoi 22 a artêşa Rejîma Sûriyê li esîmanê parêzgeha Idlibê, li nêzî bajarokê El-Temania xist xwarê.
Çavkaniyan anî ziman ku balafir lê herêmên di bin serweriya çeteyên Tirkiyê de hate xistin
Çavkaniyan destnîşan kir ku pîlotê balafirê ji aliyê çeteyên “Artêşa El-Îza” ve dîl hate girtin.
Bi xistina balafirê re şerekî dijwarî navbera rejîma Sûrî û çeteyên bi navê Hizb El-Îslam El-Turkistanî û Heyet Tehrîr El-Şam ên dewleta Tirk e rû da.
Hêzên rejîmê di şerê li dijî çeteyên Tirkiyê de bi pêş de diçe û 4 km nêzî bajarê stratejîk ê Xan Şêxûn bûye.