
Hêzên Sûriye Demokratîk QSD’ê nûçeya derbarê radestkirina hin gundên bajarê Reqayê bo rejîma Sûrî derewand.
Hêzên Sûriya Demoqratîk QSD’ê der barê nûçeya ku li ser hin dezgehên ragihandinê de belav bûye, ku dibêje bi garantiya Rûsyayê QSD’ê hin gundên gundewarê Reqayê wê radestî rejîmê bike daxuyaniyeke da.
QSD’ê di daxuyaniya xwe de ev nûçe derewand û ji binî red kir.
Hêzên Sûriye Demokratîk QSD’ê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku dezgehên van nûçeyan belav dikin, bêyî ku ji nûçeyên piştrast bibin û bêyî ti jêderekî piştrast tev digerin.