MAZLÛM EBDÎ: IHTÎMALA ÊRÎŞÊ HÎNA HEYE Û DIVÊ TÊKOŞÎN LI DIJÎ WÊ WERE MEZINKIRIN

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî teqez kir ku, herêma ewle divê tevahiya sînor bigire nava xwe û tenê li herêmekê nayê qebûlkirin.
Ebdî destnîşan kir ku, wê herêm 5 KM be, lê li hin deveran wê bighêje 9 û 14 Km’yan jî.
Ebdî destnîşan kir ku, hîna gefên Dewleta Tirk dewam dikin û banga mezinkirina têkoşînê li her kesî kir.

 

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, têkildarî avakirina “Herêma Ewle” Bersiv da pirsên ajansa ANHA’yê.

Li ser pirsa we çawa cihê xwe di danûstandinên Emerîka û Tirkiyê de girt, Mazlûm Ebdî vê bersivê dide..

Piştî biryara Emerîka ya vekişînê, me ji hevalbendên xwe yên Emerîkî xwest ku herêmeke ewle were avakirin..

Bi tevgera leşkerî ya Tirkiyê li ser sînor, her ihtîmala şer zêde dibe lê hewldana hevdîtin û lihevanîn jî dewam dikin..

Ev hevdîtinên dawiyê jî, bi agahiyên me çêbûn..

Me jî û Tirkiyê jî pêşniyarên xwe pêşkêş kirin ..

Lê ez dibînim, projeya me maqûltir e û ewlekariya herdû aliyan misoger dike.

Dewleta Tirk hîna di pêşniyarên xwe de bi israr e..

Lê ez bawer im, projeya me pêşkeş kiriye wê bimeşe û bi ser bikeve.

MAZLÛM EBDÎ:
HEVDÎTIN DEWAM DIKIN Û EM JÎ ALIYEKÎ WAN IN

Fermandarê Giştî yê QSD’ê têkildarî naveroka danûstandinên dawiyê jî wiha dibêje..

Tişta girîng ku hevdîtin ne xetmî ne û dewam dikin û ev erênî ye..

Em jî bi awayekî ne rasterast cihê xwe di van hevdîtinan de digirin..

Lihevhatin li ser mijarê giştî hatiye kirin, lê hîn detaye tine ne.

MAZLÛM EBDÎ:
DIVÊ “HERÊMA EWLE” LI SER TEVHIYA SÎNOR BE

Têkildarî agahiyên ku dibêjin, wê herêma Ewle navbera Serê Kaniyê û Girê Spî de be, Mazlûm Ebdî ev yek red kir û bi vî rengî şîrove dike..

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî herêmeke û cidahî tê de nîne.

Divê tavahiya herêmê cihê xwe tê de bigire..

Tê xwestin ji herêma Girê Spî û Serê Kaniyê dest pê bikin, ev ji bo me ne pirsgirêk e.

MAZLÛM EBDÎ:
“HERÊMA EWLE” WÊ BI GIŞTÎ 5 KM BE, LI HIN DEVERAN 9 Û 14 KM BE

Fermandarê QSD’ê da zanîn ku bajar cihê xwe di herêmê de nagirin.

Herêm bi giştî kurahiya xwe 5 km ye.

Lê hinek cihen di navber Serêkaniyê û Girê Spî de dibin 9 km û li hin cihên biçûk 9 û 14 km be..

Ji bo wê em dibejin 5-9-14km ye.

MAZLÛM EBDÎ:
WÊ HÊZÊN HERÊMÎ Û YÊN KOALÎSYONÊ DI HERÊMÊ DE BIN

Têkildarî hêzên ku cihê xwe di herêmê de bigirin jî, Fermandarî Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî van agahiyan dide..

Projeya me pêşkêş kir, YPG/YPJ 5 Km ji ser sînor vekişin..

Li şûna wan hêzên herêmî ango meclisên leşkerî û Koalîsyonê werin bicihkirin..

MAZLÛM EBDÎ:
ME FIRÎNA BALAFIRÊN TIRK QEBÛL NEKIR

Her wiha Mazlûm Ebdî destnîşan kir , hat xwestin ku balafirên Dewleta Tirk li herêma Ewle bifirin, lê ev yek ji aliyê wan ve nehat qebûlkirin, ji ber ku wê hêzên leşkerî li herêmên derveyî ya ewle jî bixin xeteriyê..

MAZLÛM EBDÎ:
PENABER DIKARIN VEGERIN, LÊ YÊN BI KOMÊN ÇETE RE BÛN, WÊ WERIN DADGEHKIRIN

Di hepeyvîna xwe li gele ajansa ANHA’yê Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî îşaret bi”korîdora Aştiyê” ya ku Dewleta Tirk dixwaz û penaberên Sûrî dike û dibêje..

Gotina Korîdora Aştiyê, ne pênaseyeke fermî ye, ew vedigere Dewleta Tirk.

Ji bo kesên li derve dijîn, me bang kir ku vegerin ser axa xwe, ev jî beşekî lihevkirinê ye û me qebûl kiriye..

Lê kesên ku berê Nusra, DAIŞ û komên terorîst bûn destpêkê wê werin dadgehkirin û piştre dikarin jiyana xwe dewam bikin..

Leave a Reply

Back to top button