Komîteya Ekolojîk ya KCK: Yên ekolojîk diparêzin divê dijberê şer bin

Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê daxuyaniyekê konferansa ekolojiyê silav kir û got, yên ku ji bo jiyana ekolojîk têdikoşin, beriya her tiştî divê dijberê şer bin.

Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê têkildarî Konferansa Tevgerên Ekolojiyê daxuyaniyek weşand.

KCK’ê diyar kir tevgerên Ekolojî û Parêzvanên Mafan 21’ê Çileya 2023’an, ji bo paşeroja azad a Kurdistan, Tirkiyê û danîna xeteke têkoşînê mohra xwe danîn binê pêngaveke nû.

KCK’ê hêzên ku pêşengî ji vê pêvajoyê re kirine silav kir û wiha got:

Pênaseya ekolojiyê, bi vê kombûnê re dibe xwedî bingehek û weke xeteke bingehîn a têkoşînê ya gelan, wê ber bi Konfederalîzma Civaka Ekolojîk a Demokratîk ve biçe.

Bi vê biryardariyê, beşdaran hêviya parastina qadên xwe yên jiyanê, bi têkoşîneke hevpar da.

Di dewamê de KCK’ê got:

Ji Rojava heta bi Akbelenê, ji Îkîzdereyê heta bi Cûdî, dayikên afirînerên jiyanê li konferansê hatin pênasekirin û bû yek ji destketiyên herî mezin.

Êdî pîvanên bingehîn û zimanê hevpar ê Tevgerên Ekolojiyê hatine destnîşankirin.

Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê wiha îşaret bi girîngiya konferansê kir..

  • Yên ku ji bo jiyana ekolojîk têdikoşin, beriya her tiştî divê dijberê şer bin.
  • Têkoşîna ji bo jiyana ekolojîk nabe ji têkoşîna azadiya jinê cuda dibe.
  • Siyaset dûrî pîvanên azadiya jinê û jiyana ekolojîk nikare bê kirin.
  • Pîvanên jiyana ekolojîk bi avanî û nasnameya etnîkî, bawerî û sînorên neteweyî nikarin bêne diyarkirin, qadeke têkoşînê ya enternasyonalîst û gerdûnî ye.
  • Beriya her tiştî divê hurmet ji mafê jiyanê yê her kesî û her tiştî re bê nîşandan.”

Dawiyê KCK’ê anî ziman dem ew deme ku li hemberî êrişkariya hêzên sermeyandar û modernîteya kapîtalîst helwest bê nîşandan, li hemberî tunekirina dîroka me weke hemû zindî û gel divê em îradeya jiyana bi hev re li qadên xwecihî veguherînin hêza rêxistinbûyî û bixin meriyetê.

Back to top button