Pervîn Bûldan: Tundiya li dijî jinê polîtîk e

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan ku beşdarî konferansa meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan bibû diyar kir ku wê sala 2023’yan ji bo jinan bibe sala mezinkirina têkoşînê, sala bidestxistina destkeftiyên hevpar.

“Serhildana me li dijî serweriya mêr e, israra me ji bo jiyaneke azad û wekhev e”

Di bin vê dirûşmeyê meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Konferansa Jinê ya Giştî ya 12’an li Hêwana Dawetê ya Labellaya Stenbolê li dar xist.

Kesên beşdar bûyîn bal kişand ser tecrîda li dijî Rêber APO, qirkirina ekolojiyê, êrişên li dijî kurd û elewiyan, Peymana Stenbolê, êrişên li dijî jinan, zext û çewisandin, îşkence, destdirêjî û destavêtinê û rewşa jinên penaber û gotin:

Dê sedsala 21’ê bibe sedsala jinê.

Her wiha danezana encamê hat xwendin û dengdayînê hat kirin.

Di lîsteya giştî ya meclisê de 51 jinan cihê xwe girtin.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan ku beşdarî konferansê bû axivî.

Pervîn Bûldan anî ziman ku meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan li dijî faşîsta ku hebûna jinan tune dihesbîne têkoşîneke mezin da û ev tişt got:

HDK’ê li dijî faşîzmê, yekperestiyê alternatîfeke bi hêz e.

Berî 12 salan bi dirûşmeya rêwitiya ber bi hêviyê ve em ketin rê û îro em bi HDK’ê re ewqas rê hatin.

Tifaqa mêr a AKP-MHP’ê helbet di ferqa vê meşa mezin a jinê de ye.

Ji lewma me dît ku çawa li dijî jinê şer dikin.

Pervîn destnîşan kir ku, polîtîkayên dewletê dibe sedema kuştinên jinê û wiha domand:

Em dizanin tundiya li dijî jinê polîtîk e.

Jinan sala 2022’an li dijî van polîtîkayan têkoşîn kirin.

Dê di sala 2023’an jî jin li dijî bêhiqûqiyê nobeta xwe ya edaletê, li dijî şer nobeta xwe ya aştiyê, li dijî tecrîdê nobeta xwe ya hiqûqî bidomînin.

“Em ê teqez azadiyê bi dest bixin”

Pervîn di derbarê hilbijartina serokkomariyê de jî wiha got:

Hilbijartina sala 2023’yan firsendeke dîrokî ye.

Em ê bi îradeyeke hevpar di hilbijartinê de bi ser kevin û dawiyê li desthilatdariya mêran binîn.

Back to top button