Nivîsgeha Jin a MSD’ê li Helebê panelek li ser berxwedaniya li Efrînê li dar xist

Nivîsgeha Jin a MSD’ê ya bajarê Helebê panêleke li ser berxwedana li Efrînê, sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê û bêdengiya navnetewî li dar xist.

Panêl li ser du mijaran pêk hat.

Ya yekemîn li ser rewşa Efrînê piştî dagirkeriyê û ji aliyê Rêvebera Navenda MSD’ê ya Helebê Cîhan Mihemed ve hat birêvebirin.

Ya duyemîn jî li ser bêdengiya navnetewî li hemberî sûcên li Efrînê û berxwedana ku li Efrînê hate kirin bû, ew jî ji aliyê Rêvebera Ofîsa jinan Zeyneb Qenber ve hat birêvebirin.

Jinan li ser her du mijaran nîqaş kirin û berxwedana jinan di şerê Efrînê de silav kirin.

Her wiha bal kişand li ser çawaniya xurtikirina têkoşîna li dijî dagirkeriyê.

Back to top button